Gönderi

ZENGILA DIL
ZENGILA DIL Min demjimêrek di hundirê dilê te de xist Tenê gava gazî te dikim, dibe lêxist Ev ne tiştekî xerab e ku ew pêxist Da ku dem tim bibe rêxist Min nizanîbû tu çawa di hişê xwe de bi cî bikî Ji ber ku te pir li ser hişê xwe mijûlî dikî Min ew danî li cîhê ku bi jînê re hîs dikî Ji peyvên ku li hev nayên êdî tu dikî. Carinan gazin dikî ku demjimêr te dihejîne Lê bi rastî, min ji bîr kir ku bê deng lêxîne Mîna ev ne bes bû ku zeman vegerîne Demjimêra bêdeng mîna agir dil disotîne. Carên din jî, ji demjimêra xirab tu gilî dikî Nimêjan di tiştê ku bawer nakî tu dikî Ma te ji bîr kir ku demjimêr ne ya teye bi rastî? Lê tenê ji evînê tu berdewam dikî? Carinan dengek gey bihîstî be Mîna ku demjimêra te dawestî be Weke demjimêra mirinê bi qîrîtî be Mîna ku dilê te li min bi derewan dagirtî be. Carinan jî ez im bi axîn, Ji qîrîna te re ya hundurîn, Xwezî êdî min ewqas baş nas nekira bi rastîn Her tişt di kêliyên ruhê min de vemirîn. Lê dibînî eger tu ne demjimêrgerbana Te nikanîbû wê di sînga xwe de girtibana Tîkek wusa nepenî û hindikbana, Ji evînên ku windanebana. Dûv re minê piştrastba ku kilîta mafiyê zivirîba Di demjimêra dehûdudiya n8vşevê de çirîkîba Ji bo ku tu ji zindana hesretê derxistîba Evîn di dil de ku çiqas maye ku tu zanîba!?.
·
36 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.