·1086 syf.····Okunma: 22 Kasım 2023 01:05 Merheba canîk û camêrno,
Helbest cimbûşa rengan a jiyanê ye. Mirov nikare tenê bi yek pênaseyê helbestê rave bike. Lewre helbest xwediyê hezar wateyan e. Helbest, neynika hundirê mirov e, ya girîng ew e ku mirov çawa lê binêre. Her kes dikare çar pênc risteyan birêse û bibêje ev helbest e lê tu bi van nabî helbestvan. Wate her kes nikare bibe helbestvan. Li gor nêrîna min nivisandina helbestan qabiliyeteke xurt dixwaze. Belê belê... Ehmed Huseynî, helbestvanê gewre ya wêjeya kurmancî ye. Kesekî rewşenbîr û zana ye. Hunerê ne tenê bo hunerê dike, hunera xwe ji bo milletê xwe jî didomîne. Xwedê hêz û quwetê bide wî û qelema wî .Berhema li ber destê min bi giştî helbest, gotar, ceribandin û hevpeyvînên wî dihewîne, kitêb ji hezar rupelê pêk tê. Ehmed Huseynî bixwe helbest e, xwîna ku di demarê wî de diherike jî ji bo wî bûye hibr. Dema ku em bala xwe didin helbestên wî her çiqas bi kêşeya serbest hatibe nivîsandin jî li gor helbestên iroyîn, xwediyê wateyeke kûr e û çêjeke bêhempa di nav xwe de dihewîne. Her wiha bêhna wêjeyê jê tê ku ev bi me dide nîşan Huseynî, di warê helbestê de qelema wî pir xurt e. Gelemperî her helbestê de bikaranîna hûnerên edebî xwe dide nîşan. Huseynî, temayên curbicur bikar aniye her wiha em dibînin ku ilhamê pir ji xwezayê û ji bajarê xwe yê Amûdê standiye. Piranî her hestê ku jiyaye bi awayeke hostetî nivîsîye. Mirov dema ku helbestên wî dixwîne dibêje ka her tim dubare dike lê bi min piranî helbestên wî de heman êş dubare dikir. Huseynî, di warê pexşanê de jî kurmanciyeke sade û herikbar bikartîne. Weke ku Rilke dibêje: "Ma gelo di nav kavilên ziman de kulîlk dikarin geş bibin?"
Ehmed Huseynî bı hostetî ev daye ber çavan. Gelek tist hene ku mirov qal bike lê evqas bes e . De bi xatirê we .