Peyvêt min
Gelo, peyvêt min perî ne
Li canemerga min mar kirin
Gelo, peyvêt min parî ne
Bo zarokan min çêkirin
Gelo, peyvêt min xetîr in
Bo karwanê azadiyê min hel kirin
Gelo, peyvêt min hîvî ne
Şevbakekê şevê hat û digel xwe birin
Kirne tavî, kirne baran
Hêdî hêdî li axê kirin
Sed mêrg û çîmen şîn kirin
Gelo, peyvêt min nêrgiz in
Çi kevoka ji dûr ve dîtîn
Rast xwe çemandê û rakirin
Kirne xelat û diyarî
Bo cîhanê hemiyê birin
Bo her kesê sed cara kuştî û her vejî
Bo her kesê li sêdarê dayî û girnijî
Gelo, peyvêt min maçek e
Bo her gurya bi ava derya venemirî
Bo her çeqok û xencera
Serê sultanekî birrî
Serê zordarekî birrî!
Mueyed Teyib