Rojekê teyr û tûr
Li hevdu kom bûn
Ji kund re gotin
Ê dilê xwe sotin
Kund got;
Gotina we re sipas
Warê min tim xirabe
Ev nav ji min re miraz. . .
Pêşda hat qertel
Giya nêrî pel pel. . .
Got; çima çavên te wir zer in
Kund got; Dûr bisekine gişt nezer in...
Baz, gav avêt hate pêş
Got; çiye te em kirin gêj
Bibêje çima serê te gir e
Kund got; aqilê min pirr e
Şalûrê jî hat pirsî
Kund hinekî gurizî
Got; nukilê min çûk e
Dixwaze mîna te bûk e
Kete nav peyvê Titî
Got; bes bipeyvin êdî
Rêwiyek li rê ye
Bi ser we de têye
Teyr û tûr giş firriyan
Li hatina rêwî tirsiyan
Titi got; tu ji bivire
Hîn ku ranehêliye kevire
Kund go; ji min re ne derd û xem e
Ez tim li devê riya me
Ez bifîrim ji we re ne oxir e
Xilaskirina canê we zor e
Rêwî di dest de kevir
Nêzikî li titî kir
Kevir avête titî
Firiya go tîtî titî.
Kevir avête titî
Firiya go titi titî.