KURO
De lo lo yo yo yo...
kuro êtîmo welatê me bişewite bi Serhedê
taxima sing û berê mi rebenê ji te ra berf û gidino gelo tev cemedê temiya mi li te bê, kêleka rinda ranebe li kelaka pîsan û miskîna rûmenê tu cara qise mekê, xeber nedê
kuro yoy o... ocaxkoro yoyo... temiya mi li te bê
tu cara vê sibengê bergîra li dewsa kehêla girê medê
lo lo yo yo... were loy loy loy...
ax welato tu xira bî xira bî
De lê lê lê muhubê de lê de lê
havinê li vê germê sêr bike gavê din da li me tîn da
kubara dilê mi derketî zozanê tewrê jorîn
li banê qesrê disekinî fenanî ka vê sibengê egîteki ku rimê xwe hilîne
li kumêtekî kapreş siwar be ji xwe ra xwe bide orta zîn da
mi destê xwe dabû nava taxima sing û berê muhuba dilê xwe bi tenê
fenanî sêvê Artemetê, tiriyê șewitiya Têrsûsê
hêjîrê kaviliya Edenê, henarê Bêlecûkê, porteqalê Dortyolê
gelî gundî cînarno na wele vê sibengê malxirabo
fenani gul û sosinê xasbaxçê Ataturk da ji xwe ra li mi bîn da wî he wî wî...
ax rebenê gidiyê gelo dêrisê gunda da sewdalî me, meraqlî me
ezê vê sibengê bi hêsîr dilê bejna wê te ya bi cindî me
Kewê minê gozelê gogerçîn ji gavê din da ji xwe ra qebeqeb e
de lo yo yo lawiko mi jite ra nego yo yo dîn nebe dîn dîn nebe
tu cara yaniș nebe poşmaniya teyê tê da hebî
ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê
dayika donzdeh lawa bim vê sibengê donzdeh qîza bim
heya dunya xwes û ava be vê sibengê hesûr nîzam li me ranebe
ez ji te ra sond bixwim heya sona dunya derewîn li me bê
dîsa bizanibe rojek ji roje Xaliqê Alêmê Rebê Jorîn
taxima sing û bera mi nesîbê nefsa te be
ax li minê li minê li minê.
li minê li mine lawiko.