Li tengala çiyayên bêdar tovên evînê dihatine çandin
Keçikên nûciwan ji hemla dayîkên xwe dadiketin nava beyarên nivînên mêrên kotî
Xortên çeleng li zeviya eşqê paletiya zêmarên dayîkan dikirin
Zelîxayê zulfên xwe bi ba dikir ji bo kurê xwe yî li xerîbiyê
Mendo bi dasokeke ko cehê ezmên diçinand li geliyê wan çiyayan
Kalên yextiyar li ber malên wêran şîn girêdidan bi pîrejinên zêmarok re
Daweta xwînê li naverasta gundên min dihate gerandin ji hêla gewendeyên rîdirêjên jehrperest
Guliyên heftê salî ji kêlên goran re dibûn bûkanî
Qizqereçiyên serdestên min li koşkên kurdistana min bûbûn xanimên dest bi hine û çav bi kil
Bizdanokên teres nikarin rola wêrekiyê bilîzin lê dibin kujerên zarokên min