Diyariya Kamîran Alî Bedirxan
Kamîranê dilovan tu bi nav û nîşanî
Li Kurdistan tu îro Keyxusrewê zemanî
Şewqa Roja me ya Nû dida welat seraser
Rohnî dikir çol û deşt heya zozanê banî
Ew Stêra mey bilind şeveq dida cîhanê
Çi karwan û çi rêwî wextê xwe pê dizanî
Belê mîrê mi îro çi qasî em dinêrin
Li ezmanê me Kurda nema dikin xuyanî
Gelo mij û mûranê sî girtiye ser wana
Ji vî bextê meyî reş nakin rohnî li banî
Diwêt eger nama be em ê ji ter bişînin
Li ser baskên di teyran ji xwîna erxewanî
Qelem eger nema bin tilyên keçan û bûkan
Bikin qurz û bişînin qelemin wek tu zanî
Qelen çi qa biha be, ji ber nadin xwe alî
Tê de bidin mal û milk digel jîna ciwanî
Stêr û Roja xwe îro wek berê em dixwazin
Ji kulek û pencera şewq bidin her Xanî
Ji hozanê mey bilind Tîrêj ûmîdewar e
Ko bide bersiva wî belê ne b' dilgiranî.
Tîrêj
Jêrenot:
Civînek min digel Doktor Kamîran li Libnanê di sala 1943an de hebû. Ev helbest min diyarî wî kir ji ber ku Sitêr û Roja Nû bi destê wî ji Libnanê ji mer' dihatin lê du sê meha ew herdu rojname hatin birrîn û nema derdiketin ji ber vê yekê pirsa me ev bû lê mîrê me yî hêja dîsa ji me re şandin. (Tîrêj)