Hey dilêm yar yar, dilêm yar yar
...
Temo lawo bihar e, quling hatin de wî-wî ji Rewanê
Refê qulinga daniye li bircê çiyê
Li ser çav-kaniyê, ser belekyê berfê, li vê zozanê...
Temo lawo tu rabe pirske
Bêje qulingo, malxirabo heval û hogirê te jî kanê Quling diqîriya digo Evdal tu arif î, tu dizanî demê û dewranê
Ezê par van çaxa serekê refê qazan û qulinga bûm,
Minê dabû pêşyê, ew dibirin Beriyê û Beristanê
Ji îsal pê ra felekê ji mi ra xirab lê aniye baskê mi şikestine
Ez hatime erdê, ketime destê benî-însanê
Hey dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar..
Heyla wey dunyayê, wey fâniyê
Wey zozanê wêranê, wey kaniyê
Temo lawo mirin çêtir e ji halê feqîriyê...
...
Evdalê Zeynikê