Canfîda
Menbe'a husn û cemalê canfîda me canfîda
Esmerê şîrînfesalê canfîda me canfîda
'Eksê husna dêmê enwer zîsena kir necmê exter
Qameta manendê 'er'er canfîda me canfîda
Qameta manendê xûrşîd rast û çep keywan û nahîd
Dane'ê 'enber 'etarîd canfîda me canfîda
Xalê 'enber dane dane zuhreweş tîrêj vedane Dêmsureyya lê 'eyan e canfîda me canfîda
Dêmsureyya cismê nûr e qedd û qamet werdê cûr e
Qafê ta qafê surûr e canfîda me canfîda
Qafê ta qafê nişat e şox û şeng e lebnebat e
Dilberek şîrînsifet e canfîda me canfîda
Nûrê zat e gul'îzar e zulfê mişkên çavxumar e
Wesfê husnê bêşumar e canfîda me canfîda
Şahê husn û wafir îkram rind û mehbûb û dilaram
Şehdê guftar û gulendam canfîda me canfîda
Werd û alal misk û 'enber sinbil û reyhan û mawer
Tên tewafa xakê ber der canfîda me canfîda
Mele Ehmedê Heyderî