Hîkayet -1
Padişah û Esîr
Min bihîst ku padişahekî kuştina esîrekî ferman kiribû. Esîrê bêçare di vî halê xwe yê bêhêvî de, dijûnê padişah dida û gotinên nexweş digot. Çawa ku dibêjin: "Her kê dest ji canê xwe bişo, her çî di dil de hebe, dibêje."
Wexta zerûret ku rêya revê nema
Dest diçe ser şûrê tûj hema
"Dema bêhêvîtiye de zimanê insan vedibe
Wekî pisîka têkçûyî êrîşê kûçik dike"
Padişah pirs kir: "Çi dibêje?"
Yek ji wezîrên gencdil got: Ey padişahê me, esîr got: "Qenc mirov ew in ku hêrsa xwe dixwin û mirovan dibexşînin."
Rehmet kete dilê padişah û ji biryara serjêkirina wî vegeriya.
Wezîrekî dinê ku dijberî wî wezîrî bû, got: "Ji me însanan re ne layiq e di hizûra padişahan de ji xeynî rastiyê gotinan bibêje. Ewî esîrî dijûnê padişah da, tiştên nebaş got."
Melîk ji ber wê gotinê rû daxist û got: "Ew derewa wî ji me re xweştir hat ji wê rastiya ku te got. Ji ber ku berê wî ber bi qenciyê ye û yê te ber bi xebîsiyê ye. Û Xîretmendan gotine:
"Derewa ku qenciyê tîne baştir e ji rastiya fitne tîne."
Her kê ji şah re gotinek bêje
Heyf e ku ji xeynê qenciyê bêje
Li ser taqa Ferîdûn wiha nivîsî bû:
Cîhan ey birader nema ji bo kes
Dil bi cîhanaferîn ra girêdî bes
Bawer neke bi milkê cîhan, nedê pal û pişt
Ku gelekên wekî te xwedî kir û kuşt
Ku ahenga çûnê kete canê pak
Çi li ser text be mirin, çi li ser rûyê xak
Se'diyê Şîrazî
Çavkanî: Klasîkên Şerqê
Se'diyê Şîrazî - Gulîstan
Ji Farisî:
Muhammed Înal
Mahmut Yamalak