Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

80 syf.
·
Puan vermedi
·
7 günde okudu
Dibêjin Xelîfê Ebbasîyan ji Behlul, ku ew yekî zanyar û bi rastî jî bi kûrahî alim e, dixwaze ku ew bibe Qadîyê Bexdayê. Behlûl helbet naxwaze, lewra ew bibe Qadî, têkeve bin emrê Sultan û bi mijarên ku ew ne baldarê wan e mijûl bibe, dê azadî û ilmê biterikîne. Behlûl dibêje na, Sultan dubar dike, dibêje na, Sultan sêbar dike. Behlûl dinihêre ku xelasî nîne, rojekê radihêle şiva xwe, dertê kuçê û xwe li dîntîyê datîne. Li şiva xwe wek hespekî siwar dibe, û dîntîya xwe beyan dike. Bi vê tevgerê hem ji Qadîtîyê û hem jî ji berpirsyarîyên statuya alimtîyê rizgar dibe(ev bêtirs bûn dibe ku alimtîya wî zêdetir jî kiribe). Ji wê rojê pê ve dibe Behlûlê dîwane û bê hesab û kitab çi tê ber zimanê wî teqsîr nake. Bi wezîran re, bi Xelîfe re qeşmerîyê serbest dike. Guneh û qusûrên herkesî bêfedî li rûyê wan dixe. Bi hişmendîya xwe serî bi aliman jî dertîne, bi dîntîya xwe kêfa dîna jî dike. Bi kincên parseka li texta Sultan rudinê, û wê textê jî hakîr dibîne. Tevahî meselokên di pirtûkê de, yên vî Behlûlî ne; Dîn û jîr, xêf û hişmend Behlûl. Meriv dide fikrînê jî, ji kena hêstir jî ji çavan tîne. Ez bêmerc pêşniyaz dikim. Ji vêya mehrûm nemînin. Pê re bikenin û pê re bifikirin.
Behlûlê Dîwane
Behlûlê DîwaneAbdullah Nıyazmend · Nubihar Yayınları · 02 okunma
·
198 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.