Lê kê dizanîbû ku jiyana Ferîha'yê dê bibe jiyana Binevşa Narînê? Kê dizanîbû ev gotinên hanê yên Binevşê dê bibin hedîs û bikevin devê Ferîha'yê.
«Bila mêrê meriya bi dilê meriya bî, bila nan hebî û dew tune bî, bila xwarina meriya garisê bi gilgil bî; bila lehêfa meriya ezmanê bilind bî; bila doşega meriya ji erdê şil bî; bila belîfa meriya ji kevir bî; bila tûrê parsê tim li mil bî; bila binê tûrê meriya bi qul bî; bila cîhê meriya ne li vir bî, li sînorê Ecem û gêwir bî; bila mêrê meriya bi dilê meriya bî, bila sibê heya êvarê ne kar bî, ne şixul bî, xwarin û libas pir bî; dilê meriya tim bi kul bî...»
Jiyan dubare dibe. Derd û keserên dastanan îroj jî bi car dibin. Peyvên Binevşa Narînê, ji nû ve, ji devê Ferî- ha'yê derdikevin... Jiyan! Jiyana nenas, jiyana piralî!..