Gönderi

Vegere Ey Azadî, şer kuta bû, vegere, Vegere ji wî, ji vir û pê de fireh bibe, nema bikeve gumanan, bi awayekî biryardar cîhanê di ser hev re bike, Vegere ji xakên berî dayî rabirdûyê, birhanên rabirdûyê tomar dikin, Vegere ji stranbêjên ku şikûdariyên rabirdûyê yên ku kaş dibin distrênin, Vegere ji kilamên cîhana derebegan, serkeftinên keyseran, koledariyê û kastê, Vegere cîhanê, serkeftinên ku hatine hilanîn û yên li rê -dev ji wê cîhana berepaş berde, Ji stranbêjên heya niha hatî re bihêle. Rabirdûya ku kaş dibe bide wan, Tiştê ku dimîne, ji bo te ji stranbêjan re dimîne -şerên rojên paş ji bo te ne, (Binêr, şerên rabirdûyê çawa di wexta xwe de hînî te bûn, şerên niha jî dê hînî te bibin;) Nexwe vegere, saw negire tu Ey Azadî -vegerîne rûyê xwe yê nemir, Li ciyê ku dahatů, ji rabirdûyê gişî gewretir, Lezelez û teqez xwe amade dike ji te'r.
·
87 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.