Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Navê Yarê ;13 Rezber 1993
Siba te bi xêr lê lê yarê Kiras ji kesksora biharê Te agir berda dilê min Wekî Newroza Adarê Porê te zer çavên belek Birhên qelem biskên xelek Te ji min cuda kir felek Nava dilêm’ anî xwarê Bê te nabe ey hevalê Dîlbera rind û delalê Paqij wek’ ava zelalê Dizê j’ kanî û robarê Yaram’ gul e gula bi bîn Pel kesk û sor û zer û şîn Wê av didim her gav bi xwîn Sibe navroj û êvarê Bi hesreta bejna zirav Dixwazim bibînim her gav Dil qut bûye ji nan û av Pelê min weşya ji darê çiqas bêjim yar şêrîn e Eşq û şahî û evîn e Ez bûme Mem ew jî Zîn e Ziman şêrîn hingiv zarê Yar ketye destê neyaran Dijî li nav mişk û maran Pê şa dibin bi hezaran Her yek wekî gurê harê Gewrê canê karxezalê Mistek av wek’ bûka salê Xwezî ez bimram li balê Tirsim nebînim vê carê Sing spîyê gerden gazê Dil ji can pirr te dixwazê Kêlîkê wer’ ba min razê Bi destê xwe bibirr mehrê Meş werdekê çilkeziyê Fîstan bixwêr li paniyê Kulîlka serê kaniyê Xwîn û xwêdan tevd’ vexwarê Ji dil û can hezdikim ez Dibihurî bi lez û bez Hesreta wê helandim ez Birîna min pirr xedarê Ew e birîna vî dil î Derd berdaye şax û gulî Bê gulistan vî bilbilî Bi gilî gazin û hawarê Tebat û sebra min nayê Bê wê çibkim ji dinyayê Qelen pirr giranbuhayê Zîv û zêr bînim bi barê Her ji bo wê bi hêvî me Ku ew rê be ez rêwî me Ew çiya be ez devî me Xwe didim bin siya darê Nêrgîz sosin û beybûnê Reş û şîn û gewr û cûnê Dil bû kokela êtûnê Agr û pêtî lê dibarê Awirên wan herdu çavan Têne min wek’ tîra kevan Dixwazim lê bibim mêvan Ger bide min tasek şehrê Dinale dîsa dilê min Keserên kûr û kulên min Bûn kanî herdu çavên min Hêstrê bi xwîn jê dibarê Dipirsin:”Yara te kî ye ? Qiz e bûk e jinebî ye ? Gelo ka navê wê çi ye ? Wê te dîn kirye vê carê” Ez ne dîn im ne bêhiş im Li dûv yara xwe dimeşim Xwestiyê çavê wêy’ reş im Rizgar kim j’destê neyarê Reng ji sorgula gulanê Bejn zirav Xeca Sîpanê Navê yaram’ Kurdistanê Ji bo wê diçim sêdarê
·
62 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.