Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Robara dilê min
Janeke zipzirav Xwina ku xatir dixwest ji damarên min robara ku diherike dilê min ev bûn çend şev ku min paşê xwe daye xewê ev bûn çend sibe ku ez dest û ruyê xwe naşom ev bûn çend roj ku ez li dûv vê stranê me. yek bi yek çûn li asîmanê heftan bûn mêvan hevalbendên rojê bi stêrkan re stêrik bi mirovan re mirov û li hemberî ne mirovan ji bo mirovatiyê lê dide dilê me û dilê wan û ji bo biratiyê ne çikiya perav bi perav wekî hêzdariya pêlan ber bi umaneke bê bînî ve bê serî diherike robara dilê min
·
34 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.