Di serî da bêjim dest û lêngê Kek Ahmed Aras sax be .
Ji bo wî ev berhem kiriye kîsê kurmanciyê.
Min ji berê va li ser Evdal gelek tişt bihîstin gelek tişt xwendin lê wekî vî berhemê berfireh , sîstematik û kronolojîk nîn bûn .
pirtûka Memed ûzûn jî xweş bû lê ev qasî berfireh nînbû.
Kek ehmed wan salên meriva newirî bigota em kurd in (salên 60-70) li serhedê digere û bo kitêbeke kurmancî binivîse ji nas û malbata Evdal digere û agahiyan berhev dike. Ji ber vê jî hin mirov ji tirsana jê re xeber nadin mixabin. Her çiqas astengî , zor û zehmetî ditibe jî wî nêzika 65 kesî guhdarî kiriye û ji gelek berhemên din jî istîfade kiriye.
Welhasil ev kitêp mîna avê diherike û xwe bi xwe dide xwendinê (qurbana devoka serhedê bim :))
Gava meriv dixwîne baştir fehm dike ew klamên dengbêjiyê,gelek ê evdal in ( metê , şêx silê, hozandaxê , temo lawo, wey dil şerê Tarxan û hwd).
Ew klamên dengbêjên me yên bi nav û deng digotin pirranî ji sînga evdal derketine paşê belav bûne. Dengbêjên piştî wî hatine dinê bi meqam û terzên wî klam gotine. (Şakiro, reso, huseyno, xarpetî Xaco, Şeroyê Biro, Kazo û hwd.)
Evdal şair bûye, xweş şaîr bûye dengbêj bûye xweş dengbêj bûye. Li derû dorê xwe dinêrî û ji qefesa xwe klam derdixistin.
Çend bendên evdal li jêr datînim welleh xweş levhanîye billeh xweş levhaniye
Gulê dibê :
Evdal merûmo çavê minê reş in reş bela ne
Minê rojê sê cara bi kilê subhanê kilda ne
Gelek dengbêjên mîna te ji bo min jinê xwe berdane
Evdal dibê:
Heyla gulê ez hatim Xamûrê lê ha li hember e
Minê bala xwe dayê gulê yeke bejnzirav e gerden zer e
Minê sond xwarye bi încîla Îsa bi qurana pêxember e
Bi sirê sibê re gulê wê boxçê xwe hilde bi min re were
———
Evdal digo: Şêx Silê Dîdem e xweş dîdem e
Alîkî me Uris e yek rom e yek ecem e
Sîngê min kitûka şaîr û dengbêja ye zarê min qelem me
Dawîyê tu yê bêjî evdal tu hosta yî ez şagirtê te me..
———-
Ne hewceye ez zêde pesnê wî bidim lê dikarim mixabînekî bêjim ; ger evdal ji milletekî din ba niha ew derxistin esmana lê em çawa bikin Temo lawo bila mirin hebûya bêkesî tunnebûya..