Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ez penaber im di welatê xwe de Lewra zimanê min qedexe ye Ez penaber im di welatê xwe de Lewra fikr û ramanên min qeyd û zincîrkirî ne Ez penaber im di welatê xwe de Lewra helbestên min bê wate dimînin Ez penaber im di welatê xwe de Lerwa ez kevok im û ez nikarim di asîmanê welatê xwe de azad bifirim Ez penaber im di welatê xwe de Lewra ez nikarim ji zarokên xwe re çîrokan bibêjim Ez penaber im di welatê xwe de Ez penaber im
··
58 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.