Gönderi

96 syf.
10/10 puan verdi
Bi dosyeyeke xwesh; Zimanê Kurdî: Quo Vadîs?(bi ku va diçî?)
Ji jimareke nû ya kovara Nûbiharê merheba! Di vê hejmarê de dosyeyeke bi navê hêja û xwesh; Zimanê Kurdî heye. Bi slogan ango pirseke xweş jî pêvek buye; Quo Vadîs? Yanê; bi ku va diçî? Wek ku edîtor brz.Suleyman Ç. Gotiye; dema ku gihaşte destê we ev hejmar, emê li pêşangeha kitêban a Amedê bin. Dema ku min evê hejmarê wergirtibû piştî çend rojan min jî xwe gihande fuarê.Gelek xwesh bû. Ev aliyek. Em bêne naverokê; Di vê hejmarê de; dosyeyeke bi pirseke xwesh heye; zimanê kurdî bi ku va diçî? Amedekarê dosyayê A.Încekan e, herwiha nivîsa wî jî heye, îbrahîm Bor bi navê Ziman hebûn e, J.Îlhan K. Tevfîk Bayram, Şehmus K. Reha R. , J. Boschenska, G.Haig, C. Schroeder bi nivîsên xwe dosyeyê xemilandine. Salih kevirbirî cardin bi hevpeyvînek hêja qala dengbêjek dike. Hevpeyvîneke din ji hêla Nihat Gultekîn ve derheq Prîskê Mihoyî ve hatiye amadekirin. Helbestvanên hêja; Berken Bereh û Rojen Barnas serî de helbestrêziya kovarê bi helbestên xwe yî dilgermkirinê xemilandine herwiha çend helbestên xwesh wek ya Kawa Nemir û li du wî heya dawiya rupela kovarê ji hêla helbestvanan ve rêz bûne. Rohat Alakom behsa Aslîka Qadir ku ji Kurdên Ermenîstanê ye dengbêjeke dengzîz e kiriye. Belê, min evê kovarê jî bi kêfxweşî xwend, pêşniyara min; kovaran, nexasim kovara Nûbiharê, ji serî heya dawî bixwînin lewra meriv nizane çi surprîzên xwesh têde derkevin ku meriv jê îstîfade bike. Hêviya hevdîtina hejmara nû.
Nûbihar - Sayı 165
Nûbihar - Sayı 165Nubihar Dergisi · Nûbihar Yayıncılık · 20231 okunma
·
201 görüntüleme
Ömer Faruk okurunun profil resmi
👏👏
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.