JIN.. NASNÎŞANA HERÎ ÇELENG A JÎYAN E
TI carî dilê jinekê nesotîne..
Rojekê ewlebûnê tu jê nestîne
Li hembera xwe tu ranrperîne..
Li dijî hiş û dilê xwe bila venejîne..
Da ku bi poşmanî, baweriyê venemirîne
Brûsk ji çavan, tu neçelmisîne..
Ta ku çrûska çavan, xwe bixemilîne
Tu tê de xalekê, neçikîne..
Da ku ji te re, destpêka xêzê venegerîne
Nehêle, wê hêstirekî pak damalîne..
Da ku rûkeniya sexte binexşîne
Heke bêje, rewşa başiyê min dixemilîne..
Hingê zanibe, ewle û aramî şewitî ne..
Hestên înanê, tê de temirî ne..
Çaxa dilsoziya windayî, jê negerîne
Eger ji te re, ew evînê bifirîne..
Êdî zanibe, vegera wê nîn e..
Wê awazên tembûra te, guhên wê bêşîne
De hestên wê nêşîne..
Evîna sexte, lê nebiciqîne
JINZA.. RUHBERA HERÎ XWEŞIK A CÎHAN E
SalanêZerdeşt