Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ey Xwedê
Herdu çavên evîndar bircên kelhan in Jîn û jiyan li navbera awirên wan in Ma ji çi re ye evîna bê şewat û bejî Evîn xweş e ku dil pevre bisojin weke rejî Ger evînê dil kêşiya nava germa cengê Lingên siwar nakevine rikêb û zîn û zengê Cerg û hinav ji kul û xwînê dibin tejî Ku evîndaran çingal avêtin hiş û mejî Bêhna yaran nefes û nûr û jîn e Yê evîndar diltalanê weke Mem û Zîn e Ken û bişirîn heram dibe, cîhan dihejî Ku herdu sotîdilên kebabhinav pevre nejî Sotîdilê hezar sale bi şev û roj nalenale Çendî Mem û Ferhat û Derwêş bûn pale Mîrê miradan xwe veşart li bin tayê hejî Dilo tu çilmisî wê kengê ev giyan dîsa vejî Vejîna evînê li ser singek aram û azad e Arîn û Barînan dil û beden kirine serad e Ey Xwedê tu carekê bext bide me jî Bila ji cure Kulîlkan gulîstana me jî vejî
Sayfa 112 - Weşanên Ar.
·
33 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.