Ez gerokekî evînê me û
tême ber stara keleha bejna te,
Ji roja roj ve şervanê rastiya bêrûpoş im
û dibim nobedar li ber herdu bircên çavên te
Ji Robardilê xwe berê kelek û keştiyan
didim Robarbihuşta dilê te.
Tu dizanî, tu benderevîna dilê min î,
Lewre îro li dilê min
bûye tofana evîna te û
li ber pêlên evîna bêbinî ketime û
ber bi kendava te ve têm,
Ez bûme Nuhê hemdem,
tu jî ji min re bibe Cûdiyê Miradan
û di dilê xwe yê pîroz de
cih bide keştiya min a li ber
tofana evîna te ketî
Bila vê carê jî ez bibim Nuhê evînê
û ji vê tofanê rizgar bibim û
weke Mem ji bo Zînê, ez jî
di herdu bircên çavên te yên
Belek de bibim cangorî û bila
li ber keleha bejna te ev giyan bibe gorî,
bila bibe gorî da ku Robarên evîn û
azadiyê zelal biherikin ey çav birc û belekê!