Ez im ji dengê bêdengiyê re dibim olan
Li stargeha tenêtiyê rû didim ewran
Her dubare dibe ev çîrok li vî taldeyî
Laş dijî, kevn dibe lê her zarok im ez
Bu bê de diçûm deryaya herî dûr
Hemû cîrokên mayî jî min bı xwe re dibir
Deh gav diçim û vedigerim, penaber im ez
Kê dîtibe ezmanê sayî ewe mîrê mîran
Yên li jêr stêrkan razayî ew in xwediyê xewnan
...
Ewê ji keviran ezman çêdike, sêhrebaz im ez
Dengê min li ser kevir dibe sûretek
Ji sorbûna gulê û ji keskbûna pelê
Wêneyan çê dikim...
Digindirînim xweziyên xwe ber bi wi her hişyar im ez.