Dara hasretê ye dunya keko
Bêyî xeman stewr e ew
Tê gotin bi ber ava çemekî ketiye
Û li gıraxa hezkirinekê şîn bûye keko.
Li devereke biyanî, lê ne gelekî dûr
Dibe ku bi qasî mijankên te nêzîk
Li ku lal bûbe çivîkek
Li ku giriyabe zarokek
Li ku êşiyabe birînek
Ew li wir ketiye.
Xatirxwastînên bêwext para kê bin
Qêrînên herî delal yên wan in keko!