Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Azadîxwaz im
Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîşdibin der komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe! şev ta sipîdê me nîne qet xew Cihan li ber me dibîte rew - rew Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew? De rabe ser xwe, kurê min rabe! Bavê te çû şer, şêr e li meydan Êrîş dibin ser îran û Tûran Destên xwe dan hev kurmanc û dostan De rabe ser xwe, kurê min rabe! Kengî mezin bû, divêm bixwênî Rewşa cîhanê tu xweş bibênî Ji nû tu karî dijmin derênî De rabe ser xwe, kurê min rabe! Keç û kurên kurd hemî şîyar bin Ji bo serbestî hemî li kar bin Ji hev re dost bin, dijê neyar bin De rabe ser xwe, kurê min rabe! Dijware dijmin, Tûran û Firs e Gernas û mêr be, ji wan metirse Sibê şiyarbû, li min mepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe! Ji bo xweş bin dem û gevên te Ezê sipîdê bighê bavê te Bere ziwabin herdu çavên te De rabe ser xwe, kurê min rabe! Milên xwe bidme milên berane Di şer da en tev xûşk û birane Êrîş bikin em, lê şer girane De rabe ser xwe, kurê min rabe! Bizane, xwendin ji bo we derman Da ku bizanin qanûn û ferman Derxin ji dil em van tirs û şerman De rabe ser xwe, kurê min rabe! Destên xwe bidne destên çepên rom Bibin partîzan bi leshker û kom Carek metirsin ji `hok` û `fantom` De rabe ser xwe, kurê min rabe! Dibî bavê te di şer de bimrî Zinhar kurê min nebî tu bigrî Em têne kuştin ji bo tu nemrî De rabe ser xwe, kurê min rabe! Dijmin naçî der bi lav û gazê Xwînê nerêjî naghê daxwazê Siba diçim şer divêm tu razê De rabe ser xwe, kurê min rabe! şêx û melan em tev kirne derwêş Ev bû du sed sal, em bûne berbêş Ba bêne kuştin, nemêni ev êş De rabe ser xwe, kurê min rabe! şîn tê bi xwînê dara serbestî îdî naxwazin dîlî, bindestî Ev êlperestî, ev olperestî De rabe ser xwe, kurê min rabe! Mirovperestim mîna Cigerxwîn Serbest bijîn tev, ne wek `Mem` û `Zîn` Jîna serbestî, divê me ev jîn De rabe ser xwe, kurê min rabe!
·
29 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.