Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Dayê tû Megrî
Rom û ecem tev welat vegirtin Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin çira û rewşen li me vemirtin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Xwendin nehiştin li nav me kurdan Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! şêx û began tev em kirne kola Bê maf û bê cî berdane çola Dan ser milên me darên dehola Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin Azadîxwazên cîhan dibînin Divê ku dijmin bi zor derênin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Va em şiyarbûn, xwende û zana Me rê tev girtin ji ber nezana Zû, zû me naskir ev reng dizana Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Dijmin du nifşin: hundur û derve Hinek di binve, hinek di serve Kurdên nezan jî tên me bi serde Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Divê ji bo te em rast bibêjin Bindest û kola tim jîndirêjin Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Em tev diçin tên, dolab û çerxin Mebîne ko em ciwan û ferxin Divê ku dijmin ji nav xwe derxin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Divêt bi leşker herin zinaran Konê xwe vegrin li pêş neyaran Êrîş bikin em bi gullebaran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe Kelaşînkofê bavêj milên xwe Xeman em derxin ji nav dilên xwe Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Sûndê dixun em bi pût û late Heta ku negrin Zab û Ferate Serbest nekarin em bêne ba te Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Rabe bi hev re em herne şaxan Derman bikin jin: laş û kelaxan Ronî bidin xweş rengê çiraxan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Milên xwe bidne milên me şêran Di şevreşan bin rengê sitêran şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Dayê em xortin xwîna me germ e Bindest bimênin ji bo me şerm e Ta kengî dijmin paşa li ser me ? Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! îdî me nabên ev reng û ev jîn Em tev şiyarbûn Ferhad û şêrîn Em guh didêrin dengê Cigerxwîn Ger bêne kuştin, dayê tu megrî !
·
73 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.