Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Di Bîr Anîn
Ey dilo jaro li kûne, Deşt û zozanê dimin ? Kanî ew cejn û sema û Geşt û seyranê dimin ? Guh bide ber qîr Û nal û ah û wvxanê dimin Min divê ku nû ciwanbim Biçme nav bax û rezan Kanî ev reng nuciwanî ? Kanî bostanê dimin ? Şahî û nûroze îro Tên semayê kesk û sor Têne ber çavên me gav û Çax û dewranê dimin Keske sorin çox bi surme Ser bi zêrin cerg û bez Ka li kûne: dehrî û Xeftan û mîtanê dimin ? Ah di bîra minde mane Ew demên şêrîn û xweş Tevger û lîzên bi lotik Dengû xoşxwanê dimin Min di nav bax û rezande Lot didan bê tirs û pirs Min gul û nêrgiz didan hev Ka gulistanê dimin ? Serxweşê dengê bilûra Wî şiwanê ber zinêr Kanî îro ew bilûr û Ew bilûrvanê dimin ? Tev di bin lingên neyaran Tên pelaxtin yek bi yek Ew kelat û ew sera û Birc û eywanê dimin Ey Cigerxwîn bes bibêje Pir dirêje ev deram Maçê lêvê erxewanî Derd û derman
·
103 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.