Tu ar î, yan ji te agir dibarî
Tu derdê milletê Kurdê xizan î
Nikarin dest bidin te, tev şewat î
Ne wek rengê meyê xoş û ciwan î
Tu pêkanîn sitemkar û sitembar
Li xwar her dem dibarî, tê ji banî
Belav bûyî li ser millet me da hev
Bi dijwarî di vir de min tu danî
Divê pesnê sitemkar û sitembar
Bidim ku wan ji bona min tu anî
Belê şayestê pesn û fort û şabaş
Xwedî her du ne, ê min bes şivanî
Bibûna mey we yaxud rûyê dilber
Li te her kes dinêrî mihrevanî
Hezar destên began êrîş dibir te
Li ser masê dibû her şev xuyanî
Bi te serxweş dibûn maldar û xwînxwar
Bi dijmin re dinoşîn her zemanî
Begê zana û milletperwerê min
Her ro serxoş e, qedrê te çi zanî
Ne tolaz û ne pûşt î, ku perên xwe
Li ber lingê te bavêjin piranî
Tu zanî beg ne şaş e, lê li paş e
Bi dijmin re dilîzî pehlewanî
Dizanî ku dize ro lê bi derket
Nema fêde dikî jê re giranî
Divê çalak û çapik bighê dijmin
şiyar bûne li her der xwedyê xanî
Bi rev baz daye lê pertal bi destan
Li pey wî tim bi hawar û fixanî
Bi dengê te li wan her kes şiyar bû
Te ew rengê diza zû xweş deranî
Hezar sal e ku ev dêwê mirovxwer
Li ser çavên me danîbûn kitanî
Me tê re ew didîtin rengê insan
Belê îro te ew perde hilanî
Niha her kes bi wan zanî ku Dêw in
Ji dijmin girtine nav û nîşanî
Dikin nakin li wan nayê veşartin
Xelas nabin ji ber millet hesanî
Begê min! Xem bi mey nayên revandin
Li hawîr xem li we der bûne, kanî
Nikarin xweş bikin dil ey gunehkar
Bi maçê lêvê sor û erxewanî
Bibî xwîna dilê Kurdên belengaz
Li ser te pev diçin axa beranî
Dirêjî te dibin destê sitemkar
Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî
Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar
Nizanin ku çi ne zor û ziyanî
Bibî toz û qerêja destê cotkar
Te balêsin bi şaş û axebanî
Te bistînin bi pars û qullebazî
Qe nanêrin li malxo û kebanî
Diz in, mal û hiş û bîr tev dizîne
Li ber çavên me bûne Macelanî*
Li ber ava ye, roja xwînxwer û diz
Li me der bûye rojek bê nihanî
Ji wan re gorreke pirr teng dikolin
Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.
*Serdarê deryavanan ê gerrok Macelan