Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Eman hey lê
Tu şêrîn î pir ciwan î Lêv ji sorê erxewan î Kê bi vî rengî tu anî? Wer di nav destê min danî ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Xamekêşan xweş nivîsî Heyv û roj in lê diîsî Qelen pir e hezar kîsî Kes nikarî te ramîsî ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Zirav bejnê nûzarokê Kiras kinê li ser çokê Por şevînê, rûj i rokê ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Min xwedî kir bi xêzanî Di dilhişkî, cangiranî Mal û canê xe l’ser danî ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Bilind bejnê serwa sehê Enî rojê ebrû mehê Neghanê vê remza te hê ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Gewher çenê şêrîn kenê Hingiv di nav lêv û çenê Berfa spî di gerdenê Naghê kesî bi xwestinê ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Reştemberî rengê şevê Ebrû kevan ciwan çivê Xwîn şêrînê wek hingivê Rengê gulê lêv û devê ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê çavên belek çi mêrkuj in Lêvên di sor çi xwînmij in Bisk û kezî çi xwînrij in Dêm û enî pir paqij in ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Lêv şêrînê dêm şekerê Carek me dît li ber pirê Min bi çavan gazî kirê: Ka ew evîna mey berê? ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Reyhan kenî gete gulê: Sêv gihiştin di paxilê Bisk û kezî reşkakilê Lêv dermanê derdê dilê ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Bi qundera kabik teşî Hat û di ber min ve meşî Rista min a goşî weşî Hûna min a qafî xweşî ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Rista min a jı gewhera Ronî didî rengê çira Bira nadî destê bira Min rêkire ji dosta xwe ra ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê Rabe ser xwe dilovanê! Em derkevin ji zîndanê Dest bi destên te hozanê Da em herin Kurdistanê! ___Hey lê hey lê ___Hey lê hey lê… _________şev û rojan _________Ez di meylê
·
108 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.