Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ez Nexweş İm Îro
Ey zarokên berdîwar E sêwîyên berzinar Ey jinbîyên kor bûn ji şer Wey dayikên sor bûne ser Ey gernasên birîndara! Li ber lata ber zinar! Bê dektor û bê derman in Ma Kurd bi vî derdî zanin Dijmin hov e pir dijwar e Bê ol û dîn, dîn û har e Bi dilhişkî ew têne ser we Dozên giran ew tavên ber we: 1.Ji dijmin ra bibin kola Yan jî bimrin li van çolan 2.çekên xwe deynin ber neyar Yan bêne we ew dîn û har 3.Bindestê bêolan kevin Yan jê bi van çolan kevin 4.Win kar bikin lê ew bixwin Yan jî wê ew tim li wexin 5.Em bidne salyan û bêş Yan jî bibênin renc û êş Zor setem hê jî kêm e Lê zanibin tarîx dem e Rojek me jî wê bê heval Ma wek hev in tim mah û sal Ê tim divê em bibne yek Tev bêne meydan dest bi çek Zû derkevin şax û çiya Li bin kevir şîn tê giya Rojek heye bişkî qeşem Êrîş bikin Tirk û Ecem Destan bidin dest karkera Da tev bijîn rengê bira Tev Kurd û Tirk û Farisî Yên pêşverû, yên Markisî Bibne heval dost û yar Pêk ve bikin cenga neyar Partî û bendên Kurd hemî Destan bidin hev timî Pêk ve herin cenga felat Ji dest dizan derxin welat Dostaniya Karter mekin Hevaltiya karker bikin Divêt ku şer tim sar nebî Ta ku neyar binbar nebî Em şer çi qas dirêj bikin Ew qasî dijmin gêj dikin Bîna fireh, tim ez benî Hersim dikî dims û benî çi qas ku em şer gur bikin Dost û hevalan pir dikin Ma kî dibî dostê reben Tim çav li rê ne dar û ben Gava ku mêr zana bin şêrîn li nik bêgane bin Lê tim divê em bibne yek Xweş bêne meydan em bi çek şovîniyan bigrin bi bidest Ew ser di ber de jar û mest Ha vê demê, ha wê demê Wan kengî bidne mehkemê Milet li wan ferman bikî Derdê xwe ew derman bikî Rast e ku şer dirêj bikin Sofî Xumênî gêj bikin Dûr xin tim ji xwe ez-ezî Rabin nebêjin em xwezî Xwezka çi ye, gaz-gaz û lav Pêş de herin em gav bi gav çil sal e ev doza me lê Lê kî heye bêjî belê Pir bûne bend hevrikî Ma kes bi ya kesî dî dikî Dîwan û rist pir çê kirin Bahozê lê da tev birin Ji bo me Kurdan dar divê Yan zêr yan hefsar divê Bûme Cegerxwîn hê ji mêj Paqij nekir min ev qirêj.
·
54 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.