Ji dil bidêre min ey bira
Ji bo te bihûnim dir û gewhera
Dixwazim bibêjim birast û dirist
Bere bêne ser min hezar kurt û pist
Bi tore biçênim gulên sor û zer
Bi ava riwê xwe, bi xwîna ciger
Ewan av bidim, da vebin terh û geş
Ku xweş bin bi wan sed dilên pir nexweş
Eger qenc û naqenc, ev e zarê Kurd
Biha ne li gund û li bajarê Kurd
Bi hûnan û ristin, bi şîwa min in
Ne min ew dizîne, ji mêwa min in
Ku çend sal e min ew kul û rence xwar
Dixwazim te rakim ji xew ey xewar
çep û rast û hawîr binêre cihan
Hemî kes şiyar bû ji xew nagihan
Tenê man di xew de wekî dêw û dîn
Ji derdê we seyda ciger bûye xwîn
Diqîrim, dinalim, wekî çeng û ney
Li dil min kişandin hezar dax û key
Kurê Kawis û Kohderz û Erdeşêr
Nizanim çi ra wer we berdaye jêr?
Perîşan û jar û nexweş, tim weza
Bi dilpaqijî xo sipartin diza
Beg û şêx û axa wekî mar û mişk
Bi dijmin re hevkar û hevpar û pişk
şiyar bin, li kar bin wekî pehlewan
Bixwênin, bibênin çi ye ev cihab?
Bi rist û bi tektîk û zanîn û jîr
Werin şer, bi hev ra bi halan û qîr
Cihan rengê bûk e, çi şêrîn jin e
Bizanin qelen, xurtî û xwendin e
He çî ko bidest wî ne top û tiving
Li ser şax û latan bi halan û deng
Dibin dewlet û peyadar û bilind
Bi xurtî dibin ew xwedî şar û gund
Ji zencîrê dijmin çi gazin dikin?
Ne destek bi xwîn bî, tu car naşikin?
Bi xwîna me sorgul ku rûgeş nebî
Dilê dijminê Kurd bi me xweş dibî
çi sîwak û xişt in, çi tizbî û şaş
Bizane ev in ê tu hiştin li paş
Tu tif ke riwê wan dizan, bigre dar
Ji xew rabe ey Kohreşê navîdar
Ne şerm e ku bindestê Turk û ecem?
Li ser te bibarin kul û derd û xem
Serê xwe tu rake kurê Erdeşêr
Li dijmin biqore wekî nêreşêr
Li ser lat û şaxan bidin qîr û deng
Bikin rengê şêran, bi dijmin re ceng
Ji dest dijminan em derênin welat
Bi xwînê ye serbestî û hem felat
Felata welatê me karê me ye
Cihê bav û kalên me warê me ye
Eger em dixwazin bibin serfiraz
Bi şadî û xoşî bijîn, dilnewaz
Divê em netirsin ji top û tiving
Bi xurtî herin em li meydanê ceng
Serê leşkerê dijminê xurt û har
Di bin lingê xortan bikin tarûmar
Welatê xwe bigrin, bikin wek bihişt
Bikin dexl û avî hemî pehnedeşt
Welat têk biîsî wekî mûm û find
Bi zanîn herin nav sitêrên bilind
"Ji ku ye?", "Li ku ye?", "Diçî ku?" nebî
Cihan tev seranser welatê me bî
Ne dijmin bimênî, ne zor û setem
Mirov xweş bijîn wek bira dem bi dem
Biçin her derî em bi şadî û xoş
Bi hev re bijîn em, vexwin noşenoş!
Bi govend û dîlan, bi dans û bi ger
Di bîra kesî qet neyên ceng û şer
şirîn bête dansê û Nesrîn biken
Bi talan û yaxma herin lêv û çen
Mey û ney bi hev re me serxweş bikin
Pit û Keyn û şêrîn me rûgeş bikin
Bi sazê re nazê bibî nazedar
Ji ezmanê şadî perî bêne xwar
Li her der bilind bin timî xwendegah
Belengaz nemênin, ne zor û ne tirs
Beg û şêx û axa bibin kevnepirs
Li her der nemênin, ne zor û ne tirs
Li eywanê Kesra bikin guft û go
Bi şadî bijîn tev, çi lê û çi lo
Li her der hebî ronîya kareva
Reşî qet nehêlin di nêva şeva
Tirên bê bi himhim, gelî bidine deng
Bi bala ve rabin kur û şox û şeng
Li ser van sitêran bikin geşt û ger
çi halan û talan, çi lêdan û şer!
Biçûk wek gul û çîçekan geş bibin
Dilê dê û bavan bi wan xweş bibin
Li ser van çeman em pira çê bikin
Li her cî û şûnan sera lê bikin
Ku rista welatê me bî wekhevî
Ji her kes re mal û sewal û zevî
Li her der wekî hev bibin şar û gund
Bijîn tev bi şadî hemî serbilind