Ey canê ciwan pakê hewes hemdemê xweşvîn
Ez husnê tu mehcûbe hezar Yûsif û şêrîn
Ey ateşê nêv can û dilê sed Mem û Ferhad
Wey nûrê ruxê mahê felek tabê ruxê Zîn
Ey totiyê bistanê gulê rojê ciwanî
Wey bibilê dilşadî li zozanê şerefdîn
Ey Ehmedê mebûsê dilem ayetê Asra
Elqabê tu "Taha" û di ger wesfê te "Yasîn"
Atêşperesim men sofiyê hezretê Zerdeşt
Ser ta bi qedem , can û dil ez dûriyê xemgîn
Canê min û canê te di laşê me de bûn yek
Ger hedê nezer dûrî welê çeşmê me dûrbîn
şeb ta be seher ez bi xeyala te re dildar
Ez `eşqê tû pir jare dil û canê Cegerxwîn.