Vejîne zimanê xwe ey xwendevan,
Nebûye milet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakîi zîyan
Tu kurmanciya xwe ji bîra neki
Eger baş nizani divê zêdekî
Elifba û dîwan û ristan bixwîn
Heta ku wekî min nebî dil bi xwîn
Binêre zimanê te çend dewlemend
Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund