Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Di Cengê De
Di cengê de dibe mêr bimrin bi nexweşiyan, binav bibin mêr, dibe bihewirin jî teksiyê wan . Di cengê de dibe mêr bimrin ji şîniyê, ji dûrbûnê, ji hezkirinê û gulle xwe bikujin ji qehra, dibe gulle ji kînê, zuha xwe bidarve bikin, li esîmanan… Di cengê de dibe gulleyek were hevala te, tu bibezî gulleyê, hevala te bibeze te. Di cengê de dibe gulle derbas bibe, vemire, êvarê dibe hûn evîna xwe kuştî bi heman gulleyê bibînin… Di cengê de û tu dibezî xwe, reviyayî ji gulleyan, dibe tu li xwe bilukimî, sor bibî, xuhdana te !! Dibe tu li rastî dîwarekî werî, te ji gulleyan biparêze, te ji te jî. Di cengê de dibe tu bela serê xwe bî, li paş dîwar dibe li esîmanan binihêrî, bihejimêrî gulleyên temenê xwe, yek bi yek, bêhn çikiyayî. Di cengê de dibe tu li ku bî û dinya li ku be, bi xur xura gulleyan re dibe li paş dîwar nivîsandibin ku çixare zirarê digihînin tendirustiya te… Di cengê de dibe dengê telefona te bêhtir ji dengê gulleyan te bitirsîne… Di cengê de dibe nameyek were ji te re, mîna ewrekê, tu bibezî nameya xwe dibe gulleyek were ji te re, were ji laşê te re, were bîranînên di hundirê te de mayî. Di cengê de dibe tu bi gulleyê hest nebî dema nameya xwe bixwînî, rojên xwe yên çûyî li bîra xwe bînî. Rojên şêrîn, dibe tu bikenî, bigrî. Di cengê de dibe kesek tiştekî ji te fam neke, nameya xwe bixwînî û toza xaniyê ku li çepî te diherife ji ser gotinên nameyê bimalî. Di cengê de dibe ji hin gotinan hez bikî ku berê te ji wan hez nedikir, xwediyê wan li bîra xwe bînî û bêdeng bibî. Di cengê de dibe ji xwediyekî hez bikî ku berê te ji wî hez nedikir, li hêviya nameyekê ji wî bimînî, yan gulleyekê. Di cengê de dibe nameyek were ji te re hişktir ji gulleyekê …
Ciwan Nebî - Di Cengê De
·
103 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.