Gönderi

Fêrikê Ûsiv - Gulnaz
Gulnaz, wekî minra yarî, îda min çi derde, Piş min çiyayî û beyarî, çî min çel û nerde... Çevê teda soz-îmane, min qirar û şerte, Te sîng çayîr û çîmane, minra war û erde. Muhbeta te min bihare, sufet teva şerqe, Çi xema min hewa sare, zivistana serte... Hub-evîna te esmerê dermanekî merde, Nakim xofê jera merê, xayîn û nemerde... Minra dinya û alemî, şîrin, de xeberde, Hezar lutbî û kilamî ez hilînim ber te...
·
20 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.