Qazî Mihemmed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomariyê weha dibêje: “Armanca min ew e ku yekbûna vê milletê bibînim ku îro bûye çar perçe. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lê belê milletê Kurd ez layiqî vê wezifeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vê milletê bibim.