Min bêrya te kirye lê gelekî
Were vir tu bi xwedêkî
Min nehêl li vir sozê bi cîkî
Tu ne bajarî û tu ne kîkî
Bejna te bejna mirovê darê
Tu sipiye ji berfa hekarê
Ebrû ew weke marê teyarê
Tîr jê tên û min tînin xwarê
Çav şîne weke xelkê rişwanê
Ava têde mîna gola wanê
Şîneya wê şeneya ezmanê
Şîneya ezmanê kurdistanê
Ew dêm di rengê gula hinarê
Êmîş û hinarê en dîwarê
Rû geş û dewlemend wek buharê
Xwezî tu tenê`j mir biba yarê
Kevokê kevoka xirbê hecî
Tu jî ji bajar û şarê bêcî
Tu gelekî pak û gelkî qencî
Şan û xalê li ser dêm wek kuncî
Ew sîng ji berfa çiyayê cûdî
Tu bi êl û koka xwe amûdî
Serbilind wek çiyayê nemrûdî
Gava gi çav lê ket min mirin dî
Pir şêrîn wek helawa entabê
Gelkî xweş wek xwarna kibabê
Kezî furat û dicle û zabê
Ma qey evîna me wisa çawa bê
Ka çawa bêjim du gotinê xweş
Gotin tîbûn sist mabûn û serxweş
Ji ber şewq û ronya te man nexweş
Derman tuye ey ronya şeva reş
Ji vînê`m ne kêmî mem û zînê
Ji dûryê wek ferhad û şêrînê
Ji dûrna te dilê min ket şînê
Bû hêlîna kul , êş û birînê
Tu yara ji welatê kurdistan
Evîna mû te bû wek gulîstan
Bû zanîngehek û bû dibistan
Lê tê xwendin evîna wan dilan
Min danî bo xelkê pêşerojê
Ji bo nas kin evîn mîna dojê
Ji bo nas kin vîn kwîre di sojê
Netenê soje hestya di kojê
Dilbend Xelîl