Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Welatê Min Xerabe Ye
Welatê min ne ava ye Wekî bûka bêzava ye Herdem nav kul û cefa ye Berfa çiyan tev hela ye Li nav golan av ceva ye Lê ew av tev bereday e Li nav welat kes nemaye Welatê me tev vala ye Me ne feqî ne mela ye Nizanim ev çi ewa ye Ev çi derd e çi bela ye Ji kezebê xwîn pala ye Cîgera min tev pija ye Ji dilê min xwîn rija ye Kes xwe cih de tev nedaye Dibêjin emrê Xweda ye Lewma xebat ne qedaye Ji bo Xweda canfeda ye Lê ev gotin bereday e Ji bo Xweda ne rewa ye Malê me li ber hewa ye Rêça me ji ber hev qetaye Sikra me li ber wan tewa ye Halê tembelan wiha ye Wextê xebatê niha ye Ne dûr nîzik e li ha ye Xebat ne tiştek biha ye Dijminê me pir nehwa ye Ji bo me ew bêwefa ye Tirsonek e lê sehwa ye Delal nav zindan raza ya çi zindan e çi ceza ye Ji bo Xweda bêriza ye Dilbêzar go ev wiha ye
Dilbêzarê Bêkes
·
108 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.