Gönderi

Jana Can
Hênkahiya berbangê Li pêleke berizî siwar dike min Ji xewneke giran. Car caran bêhna te dibihîsim Katikên rihanê di nav de guleke sor Hîn di xew de û keziyên roka êvar a zer Di rengê biskên te de bengîn Dikeve bîra min, Awirên te ên tund divejin û disincirin Di tasên çavên min de... Rivîna xwe berdidin nêrînên min şitlên mijankan Bi du dilopên bêpele têne avdan û diherikim abîsa di! Tev li te, Ji avzêyên çavan bêriya te dikim Jana can!
·
37 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.