Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Bîranîna Seydayê Cegerxwîn
Ey pênûsa mest û jar, li şûnwara tu kanî?! Li ser van rûpelên xav, tu bê zar û zimanî Di desta wek şûrê rûs, bêkaranîn bi zanî Bi gemsarî vebestî, zeng û êşa giranî Hoşiyarî te ne kir, Peya ji te re nebûn Êşa milet te nego, Xwendin û rê serxwebûn Tu ket destê neçakan, Xwenda şêx û mele bûn Lewra îro „m nezanin, Ew paşmêr û kole bûn Ta ko ji nav me rabû, Cegerxwînê Hesarî Bi xurtemêr û zanîn, Gewher ji dev dibarî Zîv û zêr xêzên te rist, Bi ramanek zanyarî Tor û wêjeya Kurdî, Bi merdî pesindarî Ew perda tarî û reş, Ji ber çavan ko te xist Li ser dengê birçiyan, Agrê sêwiyan vêxist Dîlê pabend û gerden, Ji bend û sîgeh derxist Ji hêstirên bêkesan, Te xweş nameya jîn rist Wêjevanê netewî, Lawê Pîra Torê me Dûrbîna min te kûr kir, Sirûdvanê torê me Bi hevrê û dostan re, Her neyarê zorê me “Sewra Azadî” rê girt, Mafxwaz û yê gorê me Li dor finda te vêxist, Xoşevî zan perwan im Rewşa bihar te geş kir, Bilbilê şadîman im Li wî baxî te zax da, çi awaz û fîxan im Tovê zanînê te çand, îro ne bê ziman im Xunc bişkivîn ji xarê, şîn bûne sed reh û kad Berê dara te zer bû, Teh`l nebî şîrîn ne zad şîrîntir ji hungivîn, şîrê ji pêsîrê yad Lorandina serxwebûn, şiyarkir neviyên Mad Rêça serxwebûn me ser, Ji reng û dengê te dîn Sûda azadî me nas, Ji gotinên te`y şîrîn Bihar rewşa xwe wê bir, Ji ber renga rengê şîn Hemû bilbil mane lal, Ji pesnê te Cegerxwîn Sed mexabin me dilya, Ji çep gerîna gerdûn Qet şa nebûn bi dozê, Di vê rê de gelek çûn Daxwaza dil bi hisret, Ne dîtin jîn ne hebûn Te can gorî welat kir, Ey Seydayê Cegerxwîn Torevanê aştîxwaz, Bilûrvanê Markisî Te gel ji xew şiyar kir, şîretkerê her kesî Dijminê koledar î, Tekoşînek bê tirsî Liberxwedana jînê, Rizgariya gel pirsî Ser û can digorînin, Digel berxwedana jîn Nemîne hişk netewî, Her ne bend û navbirîn Gelên bindest bira ne, Nal û êş ji yek birîn Himber dijminê mafxur, Dirêjin yek rê de xwîn Em qata ciwêlek in, Em gundî û cotkar in Hevalên pêşverû ne, Li cîhanê hevbar in Li Silfadorê şoreş, Engola can diyar in Li Libnan û Felestîn, Girênada pêdar in Ey pênûsa pir çalak, Te şoreşek li kar kir Peyayê zan Cegerxwîn,Ala wêje li dar kir Wekî Seydayê Berzan, Miletê xwe şiyar kir Xam û tifeng digel hev,Ji gel re her wan kar kir Qet namirî Cegerxwîn, Xwedî şan û dadewer Tê jîn bibê li zarê, Keç û kur û bîrewer Berê darê hişk nabe, Tim şîne xwedî bawer Her pesindarê te bî, Ta ko hebî Dilawer.
·
348 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.