Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Eqîda Îmanê
Li bate muheqqeq bitin ev cewab Diho gote min hatifê bê hîcab Sa Ehmed senake bi qewlê sehîh Li tewhîda Barî bi lefzê fesîh Xwedê yêke bê hevrê û bê heval Ne me’zulîye ne mirin ne zewal Ne esl û ne fesl û ne da û ne bab Heyîn wî heyîna wî nabit hîsab Ji bo wî çunîn e, cîhat û mekan Ne ma nend û misl û ne hemta nîşan Li wîra nebûrîne weqt û zeman Ne sal û ne mah û ne hîn û ne an Ebed dê hebitin ezel her heye Di dunya û ‘uqba Xwedayê me ye Ewî afirandin em û cumle xelq Nihin xeyrê wî qet çu xaliq bi heq Resûlê di wî cumle heqqin temam Xusûsen Mûhemmed ‘eleyhisselam Ku ser defterê cumle ‘alem ew e Nubuwwet xwe mektûb e xatem ew e Xwedê afirandin ji bo wî felek Ji bo xidmeta wî şihandin melek Ku quran ji ‘erşan di gel wan hinar Ji bo wî hebîbê xweyî bextiyar Ji bal xwe bûraqek ji bo ra şihand Lê zînek muresse’ ewî rûnihand Bûraqê di gel refrefê dest bi dest Bi emrê Xwedê ew birin pêşê dest Di heft asîmanan ewî êwerand Biqasî du qewsan vibal xwe gihand Hilanî Xwedê perde rakir nîqab Cemala Xwedê dît ewî bê hîcab Du caran bi çehvan cemala wî dît Li derrê melayên dibêjin nedît Mebe bê sebeb munkerê “Qed rea” Ji xelqê “Temarûn ‘ela ma yûra” Eger tu bêjê li kû dî Xweda Xwedê go linik “sidretul munteha” Mûheqqeq bizan wî Xwedê dîtiye We lêkin nizanit heqîqet çiye Ji bo wî çunîn e nezîr û şebîh Kesê wesfê kit dê çi bêjit bedîh Sîfatê di seb’e ji bo Zul-Celal Bizan heft in, ey ‘arifê pir kemal Xweşî şîn û zanîn û vîn û kelam Bihîstin digel dîtinê bûn temam Qedîmin wekî zatî cumle sîfat Ne ‘eynî di zatîne ne xeyrî zat Xwedê nîn e cewher ne cizm û ‘ered Ne kule ne be’d e, bizan bê xered Eger bê guneh me mu’ezzeb bikit Ji wîra heye me mueddeb dikit Rewa ye bikit ew li xelqê meşaq Bi qehra xwu teklîfa “ma la-yûtaq” Erê key bi zulmê tekelluf dikit Di mulkê xwe de ew teserruf dikit Li me ferz e herçî ji bo wî bikêr Ne ferz e li wî ya ji bom e bi xêr îrade diket ew bixeyr û şeran Rida nîn e emma bi fê’la şeran Bizan bende muxtarê fê’la xwe ye Ne xaliq ne mecbûrê fê’la xwe ye Muwafiq nebit qewl û niyet ‘emel Li ba me dibêtin di îman xelel Mirovê bi îman di dojê muqîm Bizane ku namînitin ey hekîm Musulman bi qetl û zinayê çunar Ne kafir dibe ne muxeled dinar Ji me’siyyetan lazime tewbe zû Guneh nîn e tewbe nebêtin li dû Ne me’ezûr e cahil ku ‘aqil bitin Ji xaliq bi cehla xwe xafil bitin Mirovê nezan bêt û nadan û sist Dibêtin bi teqlîdê îman dirust Di weqtê ‘ezabê Xwedê kit nizûl Li ser kafiran nîn e îman qebûl Ji ‘ezl û gunahan Nebî bûn berî Ji bo qismê jin nîn e pêxemberî Welîyyan keramet dikin jê zihûr Dikin xerqê-‘adet gelek jê sidûr Xwedê dê bibînin musulman bi çav Wekî sahî bêtin heyîva tevav Jibîr dê bikin nî’meta cennetê Wekî dest bidin dewleta ruyetê Betal e tenasux, muhal e hulûl Meke ittîhada du tiştan qebûl Eger tiştikî purr mucezza bikî Qebûl nakit êdî mucezza bikî Heyûla çunîn e, ’edîm e, ’edîm Dinê kafire, ê dibêjit qedîm Meke lec di Luqman û iskenderî Ji bo wan ne me’lûm e pêxemberî Melaik şeyatîn û cinnan wucûd Heye da nekê bûyînawan cuhûd Wekî yêkin ev herdû bê şek temam Dirizqiyyetêda helal û heram Bibêjim te fedla sehabê resûl Bican bike bawer bidil ke qebûl Ebû bekrê Siddîqê yarê şefîq Ew e saniyesneyn di xarê refîq Ji ewwel di fedlê ser-amed ew e Kerîm e û sahib keramet ew e Li pêy wî bi heq ‘Umerê dîn-penah Bi fethê diwî şa ne xwendkar û şah Xîlafet kemer bû mecala wî best Ji hukmê wî puşta muxalif şikest Li pêy wîye ‘Usman bi heqqê hekîm Di ‘ilmê ‘elîm û di hilmê helîm Ji Kerrarî efdeltir e bê guman Ev e î’tîqada me der heqqê wan Di pêy wan ‘Elî sahibê zulfîqar Suwarê li dildul şehê namîdar Tefewwuq li ser yên di mayî heye Bi me’na birayê resûlê me ye şefa’et dikin enbiya ewliya Bi izna Xwedê bo kesê eşqiya Di xeyb û hudûrê du’ayan eser Dibêtin ji bora eya baxeber Bi fê’lê diqenc da nekê minnetê Bi fedla Xwedê di biçê cennetêv Bihişt û cehennem hene vê demê Fena nabin û naçine ‘edemê Yeqîn dê bibêtin di yewma-qiyam Hîsaba helalê ‘ezaba heram Ji bo ehlê xêran necat û rîda Ji bo ehlê şerran ‘îqab û ceza Di qebrê dibêtin ji xelqê mirî Sûala Nekîrî digel Munkerî Di heşrê terazî û mîzan heye Xerabî û qencî û kêşan heye Sîrat ew pura purr bi xewf û xeter Cemî’ê xelaiq dikin lê guzer Cehennem dibinda û cennet li pêş Li ser wê îlahî tu destêm bikêş Weger ne, ezî mucrimê bed’emel Dizanim ku dê bê te pêy min zelel Bi zenb û qusûrê di min tu nekî Di gel min bi ihsan û lutfa xwekê Min û cumleyê ummeta Mustefa Bibê cennetê tabi’ê Mustefa
·
59 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.