Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ger Hûn Bibînin Nalê Eşq | Elî Herîrî
ger hûn bibînin nalê eşq, tenê li bom zarî diken, herkes bizanît halê eşq bi hîle dijwarî diken. bi halê eşq bexil bibûm her dem di dem zelîl dibûm bê rah û bê delîl dibûm her kes bi xemxwarî diken. hûn bar mekin xemên di zor li hesreta vardên di sor çavê li reş bisk têne dor E`nîya bi nûr tarî diken. E`nîya bi nûr zilf têne ser rengîn dibin şems û qemer reşmar ji perdanê neder li erera yarî diken. xoş erera şimşa diket tejmin revand sebir û xîret qahu medet, ahu medet çeşman çi xûmarî diken: çavê li rojê bîne kom, camê mey anî ji bom E`mir kir lazim vexom mestî ji min yarî diken. mest û şerab qendavê, esîr û bendêt vê şevê ger vesfê yarê ez bibêm hun terkî hûşyarî diken. Cot xumaran kirme def Tefsîr diken sune"y sedef Roj xemilîn her çar teref Bi miskê tar tarî diken Hûşim çu bûn mabum di hom Her dem bi dem lew tên bicoş Mera qewî zewq û xuroş Bi şahî xundkarî diken Bi şahî wan dan û kerem Xizmet diken tirk û ecem Mirîdê eşqê dem li dem Li neqşê ceharê diken Neqş û nîgarê navşan Dîwan û wesfet şawşan Hey hey li cotêt padşan Ecêb xoş serdarî diken Serdarî şaha rewneq e Mue"cîza remzet ebleq e Elîyo mebêje ehmeq e Li bazarê înkar diken
·
21 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.