Gönderi

Awêneyek hebûya Li ber çavên stêrkên porrkurr Wî Gava berhev berhev li dewsa maçên dêya te dida Ezman xemginiya çavên Eyşe Şan’ê Bêdengiya çolan Belkî ji ber windabûna dewsa maçên dêya te ne Tu ketî Tivîlkên kut li ezmanan dikuliyan (difirriyan) Di rûyê wan de bişrîneke Mona Lissa’yê Zeman li xwe vegeriya Geriya Çavên te asûmanê Sad’î diderizandin Tu di nav okyanûseke bêav Di devê gurekî manco de ma Binihêrin Çavên te rengên roja ku wê hilê Tev xwe de civandine Bê text Bext Pelek Pelek dikira biweşiya bê wext Ji dewsa lingên Mediyan Ax Ax avis e dîsa Tu nemaye –zik li ber devî- dike bizê berxikekî weke te çavbelek Belkî bifilite Vêca ji derban Ax awêneyek hebûya Binê behrên bêbinî Û Kenê te Çavên te Gava ku perdeya çavan diçirrand rê bidaya Wê kêliya Weke di çîrokan de Stêrkan porrên xwe berdana Û hinekan çend maçên jidil ên wan Ji berdêla yên dêya te Ji te re bianiyana Ax! çîrokek min hebûya Dîmenên hovekî Û yekî ku nizane helbesta binivîse Çend roj e di şerrî de ne Şev mir Sebr kevir Û tiştek hebûya bibûya hibr Wê hinekan helbest binivîsandina Ax! Helbestek min hebûya
·
78 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.