Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Nizanim Ev bajar Bo çi evqas bêbext bûye?!.. Ez bûm rêvingekî hez û evînê Ji evîna te, Ketim ser kolanên bajarekî dilhetikî Bajarekî rûreş û bêbext Bi her du lingên xwe Yên çiyadîtî; Min careke din dît Bi wan her du çavên bi te evîndar Evîn ketiye nava dest û lepên evînkuja Li van kolanên bêhest û ronahî û Li ber sekeratê ye niha ew; Min dît Di awirên wan mirovan de Serê evînê tê jêkirin, Cerg û dilê baweriyan Tê parçekirin, Dikeve ber devê satûrên xeyalkuj Hêvî û xweziyên heyatperestan, Min ne guh da Rûreşiya wan bêrûyan Ne jî bedena wan Ya bêdil û giyan, Ez bûm agirekî sorgevez Xwe aland guriya min Li bedena zilmê, Xwe li dilê zaliman da Bizotên awirên min, Dorpêç kir xweliya min Her çar dor û milên wan Li ber hilma xwe, Fetisandin dûkêla min ew Mîna babelîskên bênav û nîşan!..
·
22 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.