Sibê zû şiyar bûma
Pêxas û bê şal bûma
Ling terikî lêvên zuha
Xwezî dîsa zar bûma..,
Çawa berx bêzar bûma
Bê mal û bê kar bûma
Rihê saadet dilê can
Xwezî dîsa zar bûma ..!
Hespê kinik sîwar bûma
Ji çîyê berwar bûma
Bimama bê nav û deng
Her tek tenê zar bûma..!
Sayfa 54 - Weşanên Welat , Strana Delîl Dîlanar hûn dikarin şîroveda guhdarî bikin :)