Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ez baş dizanim, Mirin gelek ditirse ji min Lê dîsa ji ez qet naxwazim rûyê wê bibînim!.. I Mirinê xwe li qirika min da Ez bê nefes hiştim bêdem û wext Min li ber xwe da dîsa Bi bîr û baweriya evîna te; Bi her du çavên xwe yên kor dît Wan melkemotên mirinperest Min çend hezar caran mirin kuşt Di sêdarên awirên te de, Di ronahiya çavên te de çend hezar caran evîn, Min li mirinê kir qêrîn Ku çivîkên jînê Li ser asîmanê dilê min bifirin: Ey mirin; Her çiqas te êriş anîn ser min Ez nemirim Va ye hê li vir im û Ez destê jiyanê digirim!.. II Her ku xwe li cerg û dilê mirinê da 461 Peyv û hevokên dilê min Wê çend caran şerm kir ji xwe Li ser ferşa eniya min, û Ez ji rehma te bûm çend hezar car din Tu bûyî dayika min ey evîn!.. III Di her bênefesmayîna xwe de Min sed tif barandin Li ser rûyê mirina bêrûmet Her ku tu dihatî bîra min, Ez careke din rabûm Mîna evîndarekî jînperest Her çiqas jan didan jî birînên min Der dibûn jî kulên min Meşiyam carekedin ez, Meşiyam bi hêviyên xwe Bi kul û birînên xwe; Meşiyam, Careke din ez meşiyam Bi hesret û bêriya zarokatiya xwe Bi bêriya xeyal û Hêviyên zarokatiya xwe û Min guh da dengê dilê xwe, Min baz da Ber bi welatê dilistana xwe Ku bedena xwe şûştiye Bi xwîna damarên Ferad û dîcleya Evîndarên axa bêaxan, Ez herikîm ji kahniya mirovahiyê Nikare niha min rawestîne çi lat û zinar!..
·
36 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.