Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

li ser rûnişteka li ber siya gûzê li perava deryayê dema ba pêlan diajon hingura êvarê li kuçe û kolanan li ber çavê her kesî li meyxaneyê derengî şevê dema badegêrrên xewto dixwazim me derxin li pirtûkxaneyê li ber stara refên paşîn li dikanê dema dikandar ber li derek din e daku gustîl û guharan bo te ji şûşebendê derbîne li giravekî ku ti kes din lê nebe li sînemaxaneyê li virtîvalahiya pêşandana pîştî nîvro li ser qerriseya deryaçeyê dema maç lêvên qerrisî germ dike li nav nivînan piştî evandinê di asansorê de ji qatê yekê ta yê şeşê li xîzgeha peravê ji ber germaya rojê betilî di hênikahiya peristgehê ve dema oldar bo maça me lava dikin li seyrangehê û li her cihê pirr mirov lê hebin yan em bi tenê bin bi roj êvaran bi şev spêdeyan zû û dereng li şirrikbaranê yan kela tavê dixwazim te maç kim
·
24 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.