Min li ser arê evîna te biraştî ev dila
Berfa tê de hiliyaye bişkivîn xunçê gula
Weke teyrê persipî işqa te dil de difire
Dilê kavil boyî derda bûye lûsa bilbila
çi xweş e ev işq li dil rengê buhara zû were
Piştî berf û seqem û rûtbûna şaxan ji pela
Dilê min bê işq şikeft bû barçemok tê de dijîn
çoleke kerr bû tenê têde dizûrîn çeqela
Kavilek bû kunda têde çêkirin hêlîn û lûs
Bayê işqê lê hilat û hilweşand ew kavila
Weke baranê evîna te di dil de barîya
Dil eger axeke tî be işq e barana dila
Mehrecana kêf û şahî di dilê min de gerî
Bûye Newroza evînê cî nemaye bo kula
şadîyê govend gerandî keskesor wergirtî dil
Dane hev dest bo semayê yasemîn û sorgula
Mehrecana dil e îro were yarê: mehrecan
Ne xweş e ger tu ne lê û ne tu bî şaha dila