Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

Dayîka Helbesta • Jîr Jan Amedî
Peyman ji te re Setare An pêşveçûn û hebûn An mirin Bi hevre Dîtina te Setare Zanim ji min re belaye Ji dîtina te virde Jiyan wateya dîsa dîtina te ye Çiqas jîn bibînim di nav şîn de Çavên te kulîlka nav pela ye Bi te dibişkivin gul û sosin Bi te stêrk bi esman ve dialiqin... Bê te rawestgeh tev valane Valane qadên vê bajarî Hundir tarî zarok mirîne Tunebûna te navê temirandina hêviya ye Valabûna derya Xelasbûna peyvoka Birçî bûna ber deriya Destpêka gotînên kinik Azadiya çêraye.. Li jiyanê feqîrî jî heye Setare! Bi zikê birçî li ber deriya here were Şerme mirov guh bide dengê kevçiya Qirik û gewrî li min qetiya Deng naçe kesî zêdeyî birçiya Li welatê min tunebûn heye Mirin rojane ye Li welatê min, Setare `Çara bêçareyî xweda ye` Di nav mirinê Di nav xwînê Di nav bêkesî de ev gel li rêyek digere Rêya serxwebûnê Carek din çavên te tên xeyalên min Germiya sînga te û cemidiya tivinga sar Di nav bêhna barûtê de Bêhna porê te Di gerdûnê de Min, ji tu kesî hez nekir Wek te Ez li pênûsê bila zarok li sînga te bimijin Şermiya min Setare dipirsin, ka kîngê tê Dayîka helbesta min? Tixûbek mezine mirina min ji ber evîna te Zarokê birîna min Li Mereto roj belav dikin Ên din li Nemrûdê li benda çavê te Bang li wan bike Setare Bila rojê ji nav dest û nigan rakin... Giyana evîna min Demsal bihare li ber hebûna te Bê te nava dilê min sare Peyvoka neşkêne tixûbê welat Ka carek kenek Ji min re bike xelat Ey jiyan ev çi fîxane Kengê têt dema felat Hebûna te ji min re yâre Bila kes li tu kesî nemije Dayik êdî nekin hewar Kes tu kesî nekuje Aramek bişîne îroj li zaboqa bêwar Dia me Yezdan bike qebûl Pişt çiyayên bi berf newalin Ji Tehran heta Stenbol hemû dost û hevalin Ev çi awirên kafirîne li ser bejna te digere Xerîbî jî dijware Setare Bêrî û bêbawerî ji kezeb dikûre Tu bi biharbûna xwe rindî Qîza hebûna min Jiyan ne ji te be bêare Ji hesret bûye pare pare Bişkokên dilê min qetiya xwîna sor jê petiya Gula Mezra Botan Evîna dilê xortan Li benda rûyê kenekim ji xaka Kurdistan Roja tû neyê bîra min Ez ji jiyan biyanim Ezê bimrim bila vekin gora min
·
1 artı 1'leme
·
33 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.