Kuro lawo welat xweş e
Me jê barkir rojê reş e
Dijmin sote wek serxweş e
Ji zilm û zorê me dameş e
Vê buharê gul pişkivîn
Li çol û çiya û dilê birîn
Dil û nave min dikewgirîn
Kanî welat û ala rengîn
Derdê welat pir girana
Jêre divê jîr û zana
Mêjî û ziman ew dermana
Wê xilaskin Kurdistana