Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Evîn Biharek e
ne milk e li Mem û Zînê ne evîn, ne evîndar î… evîn biharek e dînê! hesinkerekî dil dayê, dildar ma. temendîrok û dozdar ma. û li pey, li vî çiyayî, li vî beriyê… negihiştin xweziyê çav li rê, bengîn in hê vebûn vebûn bi hêvî ne hê kulîlkên zer şekerok in kulîlkên sor birazava… hesinkerek bi navê Kawa dil dayê, evîndar ma; bejin-agir û çav-aza evîn bihareke dînê! evîn bihareke dînê! evîndar her şerkerek e, milkê wî Birca Belek e. ew milk e dergûş û kemla evînê…
Arjen Arî
Arjen Arî
·
1 artı 1'leme
·
48 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.